Rojava News: Encumena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê banga lidarxistina xwepêşandanekê li dijî kiryarên PYDê li Berlîna Almanyayê kir.
Malpera fermî ya Partiya Demoqrata Kurdistan Sûriyê bekav kir ku wê Xwepêşandan roja Yekşemê 22-11-2015 saet 13:00 birêve biçe, herwiha ENKSê daxwaz ji cemawerên xwe kir ku pabend bin bi biryarên encumenê.
Cihê lidarxistina xwepêşandanê ev e, Berlîn Brandenburger tor - Pariser Platz
Berya niha KawaAzîzî ku endamê nûnergeha ENKSê li Herêma Kurdistanê got ku dê ENKSê dê xwepêşandanan li Herêma Kurdistanê lidar bixe li dijî siyasetên çewt yên PYDê.
Kurdo Sorkî