Rojava News: Di buyera kemyonê dema 71 kes li Nemsayê xeniqîn de, 20 kesê kurdin û di 20 îlona borî de termê 4 kesa ji wan gihan herêma kurdistanê û biryare îro ji termê 2 kesên din jî bighê balafirxaniya Hewlêrê ya navdewletî .
Li gorî agahiyan ku termê Mihend Elî û hevjîna wî Lîvana Ehmed îro demjimêr 4 piştî nîvro wê bighê balafirxaniya Hewlêrê ya navdewletî ta ku ji Herêma Kurdistanê bêne veguhestin bo Kurdistana Sûriyê.
Mihend Elî û hevjîna wî Lîvana Ehmed xelkê bajarê Girê Spî yê Kurdistana Sûriyayê ne.
Hin Çalakvan bangek li ser Facebookê belav kirin ku têde daxwaz ji rêxistinên sivîl û aliyên peywendîdar û dezgehên ragihandinê kirin ku beşsar bin di dema pêşwaziya termê wan herdû kurdan ji ber ku ti kesên wan li Herêma Kurdistanê tune ne.
Nalîn Hesen