Rojava News: Rêxistina terorîstî ya bi navê DAIŞê êrîşî gundekî li başûrê Kobanî kir.
Li gorî agahiyan ku duh bi şevê rêxistina DAIŞê ya terorî bi topên Hawinê êrîşî gundê Tozincî li başûrê Kobanê kir û piştre ew kariya derbasî nava gund bibe.
Li gorî heman agahiyan ku gundiyan bi çekên sivik şerê DAIŞê kirin û di encam de gelek welatî birîndar ketin û ziyanek madî mezin gehişte malên gundiyan.
Hêjayê gotinê ku gundê Tozincî beriya nuha jî rastî gelek êrîşên wisa ji aliyê DAIŞê ve hatibû.
Nalîn Hesen