3:17:55 PM
RojavaNews: Çekdarên Partiya Yekîtiya dîmuqratîk (PYD)ê endamekî Partiya Dîmuqratî Kurdistanî – Sûriya bi navê Siûd Celûd Nasir ji gundê Abira yê bi ser bajarokê Çil Axe ve girtin.
Jêderekî Teybet ji RojavaNews re ragihand ku Dewriyeke bi ser Çekdarên PYDê ve êrîşî mala Siûd Celûd Nasir kirin û ew girtin bê ku sedema girtina wî diyar bikin.
Siûd Celûd Nasir ji gundê Abira yê bi ser bajarokê Çil Axe ve penaberî Herêma Kurdistanê bû ûli kampa Qoştepe dirûnişt û bi mebesta dîtina malbata xwe serdana Rojavayê Kurdistanê kir bû û ji aliyê çekdarên PYDê ve Hatibû girtn.
Afiya Hacî