Rojava News: Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand: “Axa Kurdistanê cihê milîsên Heşda Şeibî nîne û Kurdistanê Hêza Pêşmerge û Hêza Asayişa xwe heye û pêwîst bi ti hêzek din nake were Kurdistanê.”
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de bersiva gotinên Kargêrê Polîtboruya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar da ku di semînarekê de li zanîngeha Silêmaniyê derbarê hatina milîsên Heşda Şeibî bo Dûzxurmatu û çend deverên Kurdistanê kiribû û têkildarî vê mijarê navê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî anîbû.
Di daxuyaniyê de ku ji zarê peyvdarekê Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin, hatiye: “Di semînarekê de B erpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtboruya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê li zanîngeha Silêmaniyê derbarê hatina Heşda Şeibî de hinek axavtin kirine û navê rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê aniye û di medyayan de jî şiroveyên cur bi cur bo vê mijarê hatiye kirin.”
Daxuyanî wiha dibêje: “Em li vir ji hemû aliyekê re radigihînin, ku derbarê mijara Heşda Şeibî de helwesta rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê di dema niha û berî de jî gellek zelal û aşkere bûye.”
Di daxuyaniyê de tê gotin, ku Barzanî li ser wê baweriyê ye: “Herêma Kurdistanê li ser têkbirin û jinavbiirna terorîstan de ti nakokî ligel Heşda Şeibî nîne û bo şerê li dijî DAIŞê her demekê pêwîst bike, dê Hêza Pêşmerge û Heşda Şeibî alîkariyê bidin hev. Lê belê ev yek nayê wê wateyê ku Heşda Şeibî were Dûzxurmatu dagîr bike ku axa Kurdistanê ye û pêşmerge wê derê diparêze.”
Daxuyanî wiha berdewam dike:
“Serok Barzanî tekezî li ser wê dike, ku axa Kurdistanê cihê Heşda Şeibî nîne û Kurdistanê Pêşmerge û Hêza Asayişa xwe heye û pêwîst bi ti hêzên din nake. Anîna heşda Şeibî bo nav axa Kurdistanê ne bi razîbûna Serok Barzanî bûye û ne ti kesî jî daxwaz jê kiriye razîbûna xwe li ser hatina Heşda Şeibî nîşan bide.”