Print this page

Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê alîkariyên nû şandin Konbanî

Rojava News: Di berdewamiya şandina alîkariyan Dezgeha  Barzanî ya Xêrxwaziyê bihevrêzî li gel rêxistina LDS a Amirîkî alîkariyî şandin bajarê Kobanî li Kurdistana Sûriyê.

Duh, Dezgeha  Barzanî ya Xêrxwaziyê bihevrêzî li gel rêxistina LDS a Amirîkî alîkariyî biqasî 120 ton ard şandin bajarê Kobanî li Kurdistana Sûriyê.

Îsmaîl Ebdulezîz berpirsê beşê alîkariyan di rêxistina Barzanî ya Xêrxwazî de ragehand ku rêxistina Barzanî ya Xêrxwaziyê ji roja yekem de ji rizgarkirina kobanê (10) kerwanên alîkariyê  ji hemû cûrên alîkarîyê şandiye  bajêr wekû selikên xwarinê û hewarçûnê û pêdviyên jiyanê yên rojane

ji aliyekî din ve Ebdulezîz got:" armanca me ewe ku em alîkariya kurdan bikin li kurdistana Sûriyê û hez dikin ji hemû deverên kurdistana Sûriyê  alîkariyan bişînin bê cudahî  ji bo vê jî em peywendiyê li gel hemû rêxistinên cîhanî dikin".

Hisên Şakir