Rojava News :Li ser daxwaza ENKSê li bajarê Hesekê mangirtinek hat lidarxistin,lê ji aliyê çekdarên Partiya Yekîtiya Demoqratîk hate astengkirin.
Îro, Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarê Hesekê mangirtinek ji bo protestokirina programên xwendinê yên ku ji aliyê PYDê ve hatine ferizkirin, hat lidarxistin.
Yek ji xwepêşanderan ji Rojava News re got :" çekdarên PYDê bi daran li xwepêşanderan dan û mobail û kamîreyên xelkê desteserkirin, herweha gelek xwepêşander girtin û yek ji wan cîgira serokê ENKSê Fesela Yousif ".
Navborî herweha got ku ta niha navenda ENKSê li Hesekê dorpêçkiriye ji aliyê PYDê ve.




Nalîn Hesen