Print this page

Li Hesekê dengê teqîneke bihêz hate bihîstin

Rojava News: Îro sere vê sibehê dengê teqîneke bihêz li Hesekê hate bihîstin.

Li gorî agahiyan ku ew teqîn ji encama bombebarankirina balafirên hevpeymaniya navdewletî ji pêgehên DAIŞê li fewca Meylebiyê bû.

Di heman demê de balafirên hevpeymaniya navdewletî otombîlek heman rêxistinê ku diwest ber bi Hesekê ve biçe bombebaran kirin û di encam de kuştî û birîdar hene.

Nalîn Hesen