Print this page

Brett Macgork: Rojane Kurd qurbaniyan di şerê li dijî DAIŞê de didin

Rojava News: Nûnerê Taybet yê Serokê Amerîka Barak Obama di Hevpeymaniya Navdeletî de di şerê li dijî DAIŞê de ragehand ku, rojane Gelê Kurd di şerê li dijî DAIŞê de qurbaniyan dide.

 

duh 21 Mijdarê Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka di şerê li dijî DAIŞê de Brett Macgork di kongireyekî rojnamevanî de amaje bi rola Gelê Kurd di şerê li dijî çekdarên DAIŞê kir û ragehand: “Rojane Kurd qurbaniyan di şerê li dijî DAIŞê didin, em helwêsta gelê Kurd bilin dinrxînin ku, dema ew bi metirsiyekê ji derve dikin dibin yek dest û helwêst.”