Print this page

Dareşikran.. Xwendivanên zankoya Cîhan cilên zivistanî li ser penaberan belav dikin

Rojava News: Duh, Xwendevanên zankoya Cîhan ya taybet li Hewlêrê cilên werzê Zivistanî li ser penaberên bajarê Kobanî yên ku li kampa Dareşkiran dimînin belav kirin.

Çalakvan Mihmûd Hemê ji Rojava News re got:" beriya demekê 10 xwendevan li zankoya navborî kampaniyek bo danheva peryan li zanokyê lidar xistibûn da ku bi wan peryan cilên zivistanî bikirin û li ser penaberên bajarê Kobanî yên ku li kampra Dareşkiran dimînin belav bikin".

Hemê lêzêde kir ku dohî ew xwendevan hatin kampê û alîkarî dan 90 malbalî, ku ew alîkarî ji cilan bo hemû temenan pêk dihat.

Ji aliyê xwe jî yek ji wan xwendevanan ragihand ku ew bi vî karî rabûne piştî ku raportek telvezonî li ser rewşa penaberan li kampra Dareşkiran dîtin, û tekez kir ku ewê dê berdewam bin bi çalakiyên wisa.

Nalîn Hesen