Print this page

Tirbesipiyê.. Çekdarên PYDê 7 endamên ENKSê serbest berdan

Rojava News: Duh Çekdarên PYDê 7 endamên xwecihiya Tirbesipiyê ya ENK-Sê ji zindanên xwe serbest berdan

Jêderk taybet ji Rojava News re got:"  Duh Çekdarên PYDê 7 endamên xwecihiya Tirbesipiyê ya Encumena Niştimaniya Kurdî Li Sûriyê yên bi navê Ebdelrihîm Mehmûd, Kazim Xelîfa, Medenî Necmeldîn, Memo Ebdelhemîd, Ehmed Sadûn, Hisên Isamîl û Îberhîm Ferho ji zindanên xwe serbest berdan".

Heman jêderî tekez kir ku hîn Mehmûd Nayf Bavê Şiyar girtiye.

Hêjayê gotinê ku di 15-11-2015 Çekdarên PYDê gelek endam û alîgirên ENKSê girtin di dema beşdarîbûna wan di merasîmên pêşwaziya herdû Şehîdên Pêşmerge ku di opersiyona Şingalê de Şehîd ketibûn, herweha di dema beşdariya wan di mangirtinên ENKSê de li dijî siyaseta PYD de.

Nalîn Hesen

10:33:17