Print this page

Sitranbêja libnanî Hesna Meter ji Pêşmerge re distirê

Rojava News: Sitranbêja libnanî Hesna Meter xwe made dike da ku klîpekê li ser Pêşmerge çêke

Hesna ji Rûdawê re ragihand: “Piştî ku min serdana birayên xwe yên Pêşmerge li eniyên şer kir, herwiha ji ber wê serkeftinên mezin ên Hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê, min sitranek li ser wan tomar kir û di van rojan de, ezê li çeperên Pêşmerge klîpa wê bikşînim.”

Awazên wê sitranê yên hunermendê kurd Helkewt Zahir in, herwiha gotinên wê yê helbestvan Kerîm Iraqî ne. Derhênana wê klîpê ji aliyê derhênerê navdar ê libnanî Fadî Hedad ve tê kirin.

 

Hesna Meter ragihand: “Ez dixwazim 3 konsertan lidar bixim û dahata wê bo Pêşmerge û malbatên şehîdên Kurdistanê be.”

11:05:30