Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di merasîma salvegera koça dawî ya dosta gelê kurd a fransî Danielle Mitterrand de beşdar bû û got, em deyindarê wê dayika gelê kurd in.
Mesûd Barzanî di wesfa Danielle Mitterrand de ku dosteka nêzîkî gelê kurd bû û bi dayika kurd hatibû naskirin, ragihand ku Danielle Mitterrand yekem kesê biyanî bû û bi çavê xwe dîtibe ku ji gelê kurd re giriyabe û rondik bo gelê kurd rijandibe.
Danielle Mitterrand hevjîna Serokê wefatkirî yê Fransa François Mitterrand bû.
Barzanî herwiha got: “Danielle Mitterrand kesekî dilsoz û wefadarê gelê kurd bû, ji ber wê jî herdem em dê wê bi bîr bînin.”
Barzanî ragihand: “Herdem em bi çavê dost û piştevanê gelê kurd berê xwe didin Fransayê. Fransa alîkarekê sereke tê gelê Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de ye.”
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha got, ku pêwendiyên navbera gelê Kurdistanê û gelê Fransa kevin û dîrokî ne û da zanîn: "Sala borî piştî êrişên DAIŞê bo ser Herêma Kurdistanê, Serokê Fransa François Hollande di demek hesas de hat Hewlêrê û piştgîriya Fransa bo Kurdistanê ragihand."
10:23:52