Print this page

Dirbêsiyê.. ENKSê dê şehîd Adnan Ristim bi bîr bîne

Rojava News: Xwecihiya Dirbêsiyê ya Encumena Niştimaniya Kurd Li Sûriyê dê şehîd Adnan Ristim bi bîr bîne.

Di bin dûrişmê Kî xwînê birjîne hîjayê wefadariyê ye, ENKSê xelkên bajêr û gundewarên wî vexwendî kirin ku îro demjimêr 11 sibehê li ser gora Şehîd Adnan Ristim amade bibin ta ku wî bi bîr bînin.

Şehîd Adnan Ristim di 24/11/2013 li gel bismamê xwe Ciwan Qitna li ser destê çekdarên PYDê şehîd ketin.

Nalîn Hesen