Rojava News: Di dema ku çekdarên pyd endamên encumena niştimaniya kurdî li Sûriyê binçav dikin partiya netewî ya Sûrî ya bi ser rêjîma Esed ve ahingên damezirandina xwe li Hesekê lidar dixin.
Li bajarê Hesekê şemîya çû 21_11_2015 partiya netewî ya Sûrî ya bi ser rêjîma Esed ve ahinga bîranîna damezirandina xwe li Hesekê lidar xist bi beşdar bûna nunerên partî ,civakî , çandî û abûrî yên deverê li gor ajansa sana ya bi ser rêjîmê ve.
Emîn Ebde nûnerê vê partîya navbûrî tekez kir ser biştgiriya leşkerên rêjîmê û bangewazî kir ku welatî tevlî leşkerên rêjîmê bibin û daxwazî ji komarên mezin kir ku helwîstên xwe ji terorê diyar bikin.
Di ahingê de nûnerê partiya kominîst Ebdulselam di gotina xwe de tekez kir ser xebata hevbeş di çarçoveya eniya netewîya pêşverû de û pesnê xweragirtina leşkerên rejîmê kir û got xweragirtina wan evsaniye.
Divê demê da ku hemû partiyên li ser rêjîma ElEsed û bavê wî bi aramî karê xwe li kurdistana Sûriyê dikin di roja 20 _11_ 2015 de çekdarên pyd ê erîşî mangirtina encumenê kir li Hesekê û li endamê encumenê û cemawerên dan bişweyekî hovane û gelek girtin û gelek birînadar kirin bi lêdanê.
Hisên Şakir
12:38:59