Print this page

Amûdê.. Şandek ji TCK seredana navenda PDK-Sê kir

Rojava News: Şandek ji serkirdayetiya Tevgera Ciwanên Kurd seredana navenda Partiya Demqrata Kurdistan Sûriyê li Amûdê kir

Ew şand ji her yek ji hevrêzê giştî yê TCK Emad Yousif  û cîgirî wî Yelmaz Seyîd û endamê desteya çavdiriyê Şiyar pêk dihat.

Di pêşwaziyê her yek ji Mehmed Wadî endamê komîteya navendî ya PDK-Sê, birpirsê rêveber di komîteya herêmî de Ebdelwehab bavê Alan û endamên komîteya herêmî û şaxî ya PDK-Sîê amade bûn

Di wê kombûnê de pêşketinên herî dawî li Sûriyê bi giştî û li Kurdistana Sûriyê bi taybetî hate gotubêjkirin,herweha biryare ENKSê bo mangirtinan li dijî siyaset û kiryarên PYDê beşek din ji wê kombûnê ne bû.

Nalîn Hesen

 12:56:02