Print this page

Nisêbîn: Piştî 14 rojan qedexeya derketina derve rabû!

 

Rojava News: Li bajarê Nisêbînê yê Bakurê Kurdistanê Qedexeya derketina derve ya ku ji 13ê mijdarê vê hatibu ragihandin îro sibehî li demjimêr 08:00 a piştî 14 rojan hate rakirin.  

 

Qaymeqamtiya Nisêbînê bi daxuyaniyekê ragihand ku “Qedexeya derketina derve ku  di 13ê  mijdarê de ji bo parastina can û malê welatiyan hatibû ragihandin îro danê sibêhî xilas bû. “

 

Di heyama qedexeya derketina derve li Nisêbînê hatibû ragihandin de li gorî hin ragihandinê 9 welatiyê sivîl hatine kuştin û 20 welati jî bi granî birîndarbûn.

 

Lê belê di derbarê encama de tiştekî zelal û fermî nehatiye xuyanikirin.

  

10:32:29