Rojava News: Partiya Pêşverû di daxuyakirina xwe ya pîştî bidawîkirina kongira xwe xwe ji ENKSê dikşîne.
Partiya dîmuqrata pêşverû kurdî li Sûriyê di daxuyakirina bidawîkirina kongira xwe ya 14 mîn di 25 _11_ 2015 de piştî supasî kirina hemû amadehiyan û aliyên siyasî yên ku piştevaniya serkeftina vê kongirê kirin dane xuyakirin ku Hemîd Hecî Derwîş dê bimîne sekreterê partiya pêşverû û ya balkêş ew bû ku pêşverû xwe ji Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriya ve kişand.
Tê zanîn ku partiya demuqrata pêşverûa kurdî ji damezirnerê encumena niştimanî kurdî bû sala 2011an de.
Hisên Şakir