4:19:55 PM
RojavaNews: Îro 26 . 11 . 2015 cenazeya hersê zarokên ku di deryaya îcê de xenqîbûn,manya û nalîn û xebat sebrî, li gundê sêgirka yê grêdayî bi bajarokê Çil Axa bi axê hatin spartin.
cenazeyên wan ji berava mîtîlînî ya yonanê ber bi urdonê ve hatin û piştre derbasî herêma kurdistanê bûn, û bi rêya deryê sînorî yê bîşxabûrê derbasî rojavayê kurdistanê bûn.
Şandek ji partiya demokrata kurdistanê-sûrya li alyê sêmalka pêşwaziya wan hersê cenazeyan kir.
Mêrîvan haco, ku yek ji malbata wan zarokane raghand ku kesekî alîkarya wan nekir ku cenazeyên wan zarokan bighînin rojavayê kurdistanê, ji ber vê jî ew neçar bûn ku ji her cenazeyekê re hezar û hefsed yoro bi din daku ji yonanistanê bînin rojavayê kurdistanê.



Afiya Hacî