Rojava News: Li Kobanî di encama teqina topa hawanê ya DAİŞê zaroka 12 salî jiyana xwe ji dest da.
Zaroka 12 salî yê ji gundê Ewniyet Aşimê ku 28 km dikevê başûrê Kobanî dema liber çêrandina pêzêxwe bû topa hawanê ya jibermayiyê DAİŞê pêve teqiya.
Li gor ku çawkaniyekê ji Rojava News re diyarkiriye: “Zaroka bi nave Cemal Îbarhîm Derwîş dema li ber pezê xwe bû, rastî topa hawanê ya paşmayiyê DAİŞê dît, xwest pê bileyizê û top pêve teqiya”
Hemen çawkaniyê diyarkiriye ku; Zaroka bi nave Cemal Îbarhîm Derwîş li cîhê bûyerê jiyana xwe ji destdaye.
Piştî dorpeça Kobanî ji aliyê DAİŞê ve gelek paşmayiyên şer yên weke top û mayîna li herêmê mane û gelek caran welatiyê sivil di encamê teqîna wan de an birîndarbûne an jî jiyana xwe ji dest dane.
12:48:45