Rojava News: Şervanên PYDê li ser bingehên biryarê xwe yê nûh leşkeriya neçar li ser welatiyên Kobanî ferzdike .
Çalakvanekî roja çarşema borî (25 _ 11 _ 2015) ji Rojava News re diyarkir ku; “Şervanên PYDê li ser xelkê Kobanî beşdariya leşkeriya neçar ferz dikin, û piştî tomarkirina navê wan kesan yekser dibin çeperên şer.”
Herweha hemen çalakvanî balkeşand ser wê yekê ku; “Tîmên pager yê YPGê li Kobanî û gundewarê wê navê kesên temênê wan 55 salî û yên dibin re ji b o çeperên şer tomardikin.”
Li Rojavayê Kurdistanê ew çend salin YPGê biryara leşkeriya neçar li ser xelkê deverê bi zorê birêvedibe.