Rojava News: Hikûmeta Kanadayê mafê penaberiyê da malbata zaroka Sûrî Alan Kurdî ku wêneyê mirina wî li ser perava deryayeke Tirkiyê cîhan hemû hejandibû.
Televizyona BBC doh ragehand ku hikûmeta Kanadayê mafê penaberiyê daye malbata zaroka bi navê Alan Kurdî ku wêneyê mirina wî bûbû sedema karvedanên cuda.
Derbarê mijarê de Tîma Kurdî ya meta Alan Kurdî ku li bajarê Vancouer ê rojavayê wî welatî dijî got, Rêveberiya Koç û Koçberan a Kanadayê ew agahdar kirine ku wan mafê penaberiyê daye mamê Alan Kurdî, jinmama wî û her pênc zarokên wan.
Hikumeta Kanadayê vê hefteya bê dê dest bi veguheztina 10 hezar penaberên Sûriyê bike û 15 hezarên din jî dê destpêka sala 2016an bo wî welatî werin veguhestin.
13:10:33