Rojava News: Li gor encamê otopsiya destpêkê a kuştina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî, ew ji dur ve bi guleyeke u bi qestî hatiye kuştin.
Li gor wê raporê ji dur ve guleyek rastî serî Tahir Elçî hatiye û bi çawê wî yê çepê re derketiye.
Hat ragihandin cenazeyê Tahir Elçî dê sibehê li Goristana Yenîkoyê ya Amedê were definkirin.
Îro danê nîvro, li navçeya Sûrê ya Amedê, Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî û komek parêzerên endamên Baroya Amedê li ser ziyandîtina minareya dîrokî ya Amedê ya bi navê “Minareya Çar Pê”, daxuyaniyek rojnamevaniyê dan lê di heynê daxuyaniyê de şer derket.
Di wî şerî de Tahir Elçî jiyana xwe ji dest da, polîsek hat kuştin û çend kes jî birîndar bûn.