Rojava News: Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû piştgiriya xwe ya ji bo dewleta Kurdî anî ziman.
Serokwezîrê Îsraîlê Netenyahû got; ‘’Divê welatên hevpeymanan hewl bidin ku li herêmê dewleta serbixwe ya Kurd bê damezrandin.’’
Benyamîn Netenyahû li Navenda Lêkolîna Tel Avîv de axivî û destnîşan kir ku li herêmê bi pêşengiya El Qaîde û DAIŞê tundrewiya DAIŞê û herwiha bi piştgiriya Îranê tundrewiya Şîeyan heye. Di vê rewşê de ya rast ewe ku hêzên navdewletî di navçeyê de pişta xwe bi Kurdan bibestin û ew jî piştgirî didin dewletek Kurdî yê serbixwe.
Netenyahû got: ‘’Pêwîste em piştgiriya Kurdistanek serbixwe bikin.’’
Serokwezîrê Îsraîlê herwiha diyar kir ku Kurdan selmandine ku cengawer in û dikarin lihember terorê bi serkeftî şer bikin û pabendê peymanên xwe yên siyasî ne.
10:20:10