Rojava News: Çekdarên terorîstî yê El-Nusra û Ehrar El-Şam li gundê Tinib ê dikeve gundewarên rojavayê Ezazê komkujî pêk anîn, herî kêm 20 sivîl hatin qetilkirin.
Li gor ku çalakvanekî ji Rojava News re ragihandiye: Terorîstên bi ser El Nusra û Ehrar El-Şam li gundê Tinib ê ku dikeve gundewarên rojavayê Ezazê li ser sînorê bajarê Efrînê ji aliyê rojhilat ve komkujî pêk anîn.
Li gor zanyariyên hatin wergirtin herî kêm 20 sivîl li ser destê çekdarên terorîstî yê her dû rêxistina hatine kuştin.
10:38:21