Print this page

8 hezar euro bi ser koçberên ser Çiyayê Şingalê de belav kirin

Rojava News:  2 welatiyên Almanya bi rêya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî pere û alîkarî ji koçberên ser Çiyayê Şingalê re şandin.

 

Li gor nuçeya ku daketiye ser malpera KDP-İnfo; Doh yekşemê 29/11/2015 2 welatiyên Almanya bi navê Wêrner Royter û Cebar Kemal bi qasî 8 hezar euro pere û alîkarî ji koçberên ser Çiyayê Şingalê re şandin ji Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî.

 

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî jî bi ser wan koçberên li ser Çiyayê Şingalê mane, belav kir.