Rojava News: Serokê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro got, kampanya ji bo xerabkirina navê endamên malbata wî tê rêvebirin.
Serokê ENKSê Îbrahîm Biro, daxuyaniyek derbarê wan nûçeyan de belav kir, ku dibin sedema xerabkirina gîramiya malbata wî.
Îbrahîm Biro di daxuyaniyê de amaje kir ku ji ber helwêstên wî yên siyasî, ew hertim rastê gef xwarinê dihat û dihat tometbar kirin.
Biro ragihand, niha jî kesên nefis nizim, kampanya ji bo xerabkirina navê endamên malbata wî birêve dibin û li ser endamên malbata wî dûrî hemû exlaq û pirensîpan, derwan belav dikin.
Herweha navborî gotiye; ev karê qirêj bandorê li ser xebata wî nake û daxwaza lêborînê ji malbata xwe kir, ku ew bedela helwestên wî yên siyasî didin.
12:18:44