Rojava News: 2 Kenalê Televizyonên Elmanî NDR ve SWRê toreke DAİŞê ku li ser İnternetê froştina jin û zarokê êzidiyan dike derxiste hole.
Li gor ku rojnamevanên Elmanî yê bi ser wan televizyonan şopandina û belgedankek amadekirina û tê de tomarê dengî, chatê odeyên ya di navbera kirîger û endamên DAİŞê de hatine kirin, dîsa wêneyên zarok û jinên Êzîdiyan ku hatine pêşkeşkirin cîh digrin, didê nîşandan ku bezirganiya mirovên êzî dî li Entabê tê kirin.
Herweha disa li gor wê belgedankê hatiye zanîn kî kirîger gelek pere bidê ewana jin û zarokên êzîdî ji xwere dikirin.
Ew pere jî bi riya xebatgehên DAİŞê yên li Tirkiyê veguhazin ji bo rêxistina terorîstî.
Xebatgehên pêwendiyê DAİŞê ji bo wî karî li Entabê hatiye damezrandin.
Hatiye zanîn kû di ser wê xebatgehê re ta niha 250 zarok û jinên êzîdî bi riya kirîgeran re bi bêdela 2.5 milyon dolarî hatine kirîn. Ku ewana bi riyên malbatên wan û bi alikariya dezgeheke nîv resmî ya herêma Kurdistanê bi bedêla pera hatine kirîn da ji destê DAİŞê bêne rizgarkirin.
13:27:02