Print this page

Şandek ji PDK- S bi Serokê encumena Serkirdayetiya Parêzgiha Hewlêrê civiya

4:18:42 PM

 

RojavaNews: Duh 30 . 11 . 2015 endamê Mekteba Siyasî û Serokê  encumena Serkirdayetiya Parêzgiha Hewlêrê Kakemîn Necar pêşwaziya şandeke PDK-Sê kir.

 Ew şand ji endamê Mekteba Siyasî Ebdulhekîm Beşar , Endamê  Komîta Navendî û berpirsê ofîsa peywendiyan li Herêma Kurdistanê Saeed Omer û , Endamê  Komîta Navendî Nûrî Birîmo pêk dihat.

Endamê  Komîta Navendî û berpirsê ofîsa peywendiyan li Herêma Kurdistanê Saeed Omer ji RojavaNews re ragihand di hevdîtinêde behsa rewşa siyasî û serbazî û şerê li dijî terorê hat giftûgokirin .

Ebdulhekîm Beşar serbarkir û got Serok barzanî roleke gelekî mezin di parastina kurdistana suriyê ji terorê listya ku hertim kar digê jibo bidestxistineke nav dewletî ji gelê kurd re .

Ji aliyê xwe ve Kakemîn Necar rola Bêşmergeyên Kurdistana Sûriyê di derkirina terorê bilind nerxand.

Afiya Hacî