6:08:26 PM
RojavaNews: Îro 1 . 12 . 2015 piştî nîvro, mayîneke çandî li dibistana gundê alaxîbiş ya girêdayî Til temrê, teqiya lê tu ziyanên madî û canî çênebûn.
Berya niha di dema êrîşên çekdarên DAIŞê de di nîsana bûrî de li ser Til temrê, DAIŞê xelkê wê derê kirin armanc û hejmarek mezin ji xelkê koçber bû, lê piştî çekdarên DAIŞê ji wir hatin derxistin, wan gelek mayînên çandî li şûn xwe hiştibûn da ku ew bi xelkê sivîl de biteqe.
Can Yusif