Print this page

Artêşa Tirkiyê welatiyên sivîlan ji sînorê Ezazê dûr dixe

Rojava News: Li gor ajansê nuçeyan dohî artêşa Tirkiye deriyê sînor ê di navbera Ezaz û bajarê Kilîs yê Bakûrê Kurdistanê li pêşiya welatiyên sivîl girt.

 

Artêşa Tirkiyê  ji welatiyên herêmê xwest ku dûrî xeta sînor bimînin û gefa gulereşandinê li kesên ku heya mesafeya 300 m nêzî xetê bibin xwar.

 

Li gor hatiye zanîn ew gef di heman demên ku komên çete êrîşî herêma Efrînê û taxa Şêxmeqsud a Helebê dikin de, hatiye xwarin.