Print this page

4 şehîd û 80 birîndar di encama topbarankirina taxa Şêx Meqsûd

Rojava News: Di berdewamiya topbarankirina taxa Şêx Meqsûd ku piraniya neşteciyên wê kurdin ji aliyê Eniya Elnusra û hevalbendên wê ve, duh jî li heman taxê topbaran çê bû û di encam de 18 welatiyên sivîl birîndar ketin.

Herweha li derdora wê taxê ji aliyê Mesakn ElŞqêf û riya Kastêlo ve şer û pevçûnên giran dinavbera YPGê û  Eniya Elnusra derketin, lê ti agahî derbarî qurbaniyan nehatiye bidestxistin.

Hêjayê gotinê ku ev çend rojên taxa Şêx Meqsûd li Helebê bi giranî tê toparankirin ku di encam de 4 welatiyên sivîl şehîd ketin û zêdetirî ji 80 welatiyên din jî birîdar bûn ji bilî ziyanên madî.

Nalîn Hesen