Rojava News: Şandek ku ji her yek ji ENKSê û PDKSê û hevrêziya şehîd Nesir Eldîn Berhik pêk dihat seredana malbatên girtiyên ku ji aliyê PYDê ve hatine girtin kirin.
Malpera fermî ya hevrêziya şehîd Nesir Eldîn Berhik belav kir ku ew şanda navborî seredana malbatên girtiyên ku ji aliyê PYDê ve hatine girtin kirin û hindek alîkariyên diravî pêşkêşî wan kirin.
Hêjayaê gotinê ku çekdarên PYDê bi berdewamî ciwanan li Kurdistana Sûriyê digrin bi bahaneya leşkeriya neçar.
Nalîn Hesen