Rojava News: çekdarên Partiya Yekîtiyên Demokratik PYDê dest bi helmeteke girtina ciwanan li Efrînê kir û çend ciwan bi bahaneya leşkeriya neçar girtin.
Li gorî agahiyan ku duh bi şev çekdarên PYDê li Çiyayê Lilyon û gundê Saxonekê li gundewarên Efrînê gelek ciwan girtin û ew birin navendên xwe yên leşkeriya neçarî.
Hêjayê gotinê ku duh jî çekdarên PYDê endamekî partiya Demoqrat a Kurdistan Sûriya bi navê Zekî Mûsa ku temenê wî 60 sal girtin beyî ku tu sedeman diyar bikin û ew birin cihekî nenas.
Nalîn Hesen
13:05:06