Rojava News: Piştî ku Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê xwe bi darê zorê kir desthilatdar û xwe li ser xelkê ferz kir, gelek kesên nezan anîn, û ew kirin berpirs di dezgehên xwe de, û li ser welatiyên Kurdistana Sûriyê ferz kirin.
Rojane, tevî êş û azarên xelkê Kurdistana Sûriyê, lê nerazîbûna xelkê ji komînên PYDê tevlî êşê wan dibe, ji ber ku kesên di wan komînan de kar dikin, ne pispor in û piraniya wan bê bawername ne û hin ji wan derçûyê zindanan bûn, ku berya niha gelek tawan kirine.
Şêrwan Şemsidîn li ser vê mijarê wiha dibêje:"Min berya demekê perçeyek zevî kirî, xwedanê zevî kesekî deyndar bû, min zeviyê xwe çand û tov jî avêtê, lê berya demekê yek ji komîna wî gundî bi min re axivî û got: Divê tu zevî li xwediyê wî vegerîne, destpê min got: Na, lê bi darê zorê ew zevî ji min stendin..mixabin".
Xebat Salih ku ew jî çîrokek pê re çê bûye wiha got:"Min xaniyê kurê mamê xwe kirê kir berya ku biçe Almanya, lê piştî ku ew çû Almanya, min kelûpelên xwe veguhestin, lê serokê komîna wê kolanê ji min re got; divê tu derkeve û me agahdar bike û careke din vegera malê. Min yekser got ev kolan ji min re nabe, û ez çûm kolaneke din".
Lêkolîner Ferhad Ebdilmecîd dibêje ku ev yek (kemîn) e ne ku (komîn) e, kesên ku têde kar dikin hemû sîxur in, çavdêriya xelkê dikin, da ku hemû çalakî û karên siyasî qedexe bikin, tiştê ku ji wan re tê, wek alîkariyan beşê mezin ji xwe re dibin û yê din jî li ser kêfa xwe belav dikin".
Adil Ibrahîm-Hesekê