Print this page

Sûriya: Rêjîma Esed biryara sêdarêdana ciwanekî kurd da

Rojava News: Rêjîma Esed biryara sêdaredana ciwanekî kurd ku eve 7 salin di zindanên wê deye da.

Çalakvan Cegerxwîn Mela belav kiriye ku Rêjîma Esed di 25ê meha borî de biryara sêdaredana ciwanê kurd yê bi navê Mihemd Muslim da ku ew biryar divê di heyama mehekê de bê bicîkirin.

Mihemd Muslim bi xwe xelkê gundê Mwasake yê gundewarê bajarokê Raco yê bi ser devera Efrînê yê rojavayê Kurdistanê ye û sala 2008an de ji aliyê hêzên ewlekariya Rêjîma Esed ve li bajarê Efrînê hat girtin bi tometa parçekirina xaka Sûriyê û tevlîbûna wî di nav dewleteke beyanî de, herweha binpêkirina heybeta dewletê û çend tometên din.

Muslim  dinavbera girtîgehên Sêdnaya û Adra li Şama paytexta Sûriyê herweha girtîgeha navendî ya bajarê Helebê de dima, û di 25ê vê mehê de rêjîma Esed biryara sêdaredana wî di heyama mehekê de da.

Nalîn Hesen

09:52:45