Print this page

Demirtaş: Em axa ti kesî naxwazin, em tenê wê dixwazin ku ya me ye

Rojava News: Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş li Amerîkayê ragihand: “Em hemû ji Mihabadê ve bo Qamişlo, Hewlêr û Sineyê ber bi arasteyekê de temaşe dikin.”

 

Selahattîn Demîrtaş Hevserokê HDPê  ji aliyê hin dezgehên  wezaretê derva yê Amrîkayê  bi minasebeta  beşdarbûna Konferanseke di  derbarê çareserkirina pirsgirêkên rojilatanavîn de hate vexwandin.

 

Di vê serdanê de Demirtaş serdana  Nunertiya Herêma Kurdistanê li Amrîkayê kir.

 

Selahattîn Demîrtaş di derbarê kongreya Netewî ya Kurda de  got;  “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne li dijî kongreya netewî ye û kurdan yekîtiya xwe pêş xistine.” Demirtaş got: “Em hemû ji Mihabadê ve bo Qamiîşlo, Hewlêr û Sineyê ber bi arasteyekê de temaşe dikin.”

 

Di derbarê Dewletbûna Kurda de jî balkişand ser wê yekê ku;  "Em axa ti kesî naxwazin, em milkê ti kesî naxwazin, em tenê wê dixwazin ku ya me ye. Em li ser heq in û me rewatiya xwe heye û civaka navdewletî jî amade ye wê yekê fêm bike. Çareseriya pirsgirêka kurd klîla tenahî û aramiya Rojhilata Navîn e."

10:32:09