Print this page

Hêzên Turkiye derbasî Mûsilê bû!

Rojava News: Şeva borî tabûrek hêzên Tirk derbasî Iraqê bûne û li nêzîkî bajarê Mûsilê bicîh bûne.

Ew hêzên Tirk ku çekên giran, top û tank jî bi wan re hene, li gundekî bajarokê Başîkê yê Mûsilê bicîh bûne. Ew hêz ji bo piştevaniya Pêşmerge di şerê DAIŞê de hatiye Iraqê.

Lê Amerîka ragihandiye, ew hêza Tirk ji bo şerê standina bajarê Mûsilê ji destê DAIŞê derbasî Iraqê bûye.

Di vê derbarê de Serokwezîrê Irakê HeydarEbadî diyar kiriye ku Tirkiye ji bo rahênan û perwerdekirina hêzên Iraqî hatiye nêzîkî Mûsilê lê haya hikûmeta Iraqê ji vê yekê tine û wiha gotiye: “Vî karê Tirkiyê em dilgiran kirine çimkî wî welatî serweriya Iraqê binpê kiriye. Em ji Tirkiyê dixwazin demildest hêzên xwe ji Iraqê derxîne.”

Li gorî medyaya Tirkiyê, ew hêza Tirk ji 150 leşker û derdora 25 tankan pêk hatiye.