Rojava News: Ji ber qedexeya derketina derva heta niha ji Dêrîka Mêrdîne bi sedan kes koçber bûn û berê xwe dan Amed û bajarên din.
Li Dêrîkê qedexe rabû, malbatên koçber dixwazin vegerin lê di dilê wan de tirs û hofeke mezin heye.
Qedexeyên li navçeya Sûrê ya Amedê hêj didome. Li Nisêbînê piştî 5, li Dêrîka Mêrdinê jî piştî 8 rojan qedexeya derketina kolanan rabû. Lê koçberiya li hersê navçeyan jî berdewam dike. Bi hezaran kes heta niha ji 3 navçeyan koçberî bajarên din bûne.
11:41:29