Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke Dijbereya Niştîmaniya Sûriyeyê kir. Şand ji Serokê Dijbereya Niştîmanî ya Sûriyeyê Xalid Xoce û endamên wê Abdulbasit Seyda û Abdulehed Istîfo pêk hatibû.
Piştî civînê Serokê Dijbereya Sûriyeyê Xalid Xoce got, ew difikirin artêşeke nû ya niştamanî bo dijbereya Sûriye ava bikin û dê Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê jî tê de beşdar bin.
Herweha navborî gotiye; Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dê beşdarî kongreya Riyad a Dijbereya Sûriyeyê bibe û herwiha kesayetên serbixwe yên kurd jî dê beşdar bibin.
Derdora 6 hezar pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê hene û niha di çeperên şerê li dijî DAIŞê de bergirî li axa Kurdistanê dikin.
Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê ji wan leşker, efser û xortên Rojavayê Kurdistanê pêk tê ku piştî xwepêşandanên sala 2011 ên li Sûriyeyê û tundûtîjiyên li wî welatî, ji Sûriyeyê reviyan û berê xwe dan Başûrê Kurdistanê.
09:56:01