Print this page

Fuad Elîko: Kongirê Riyadê xwedî giringiyek mezine

Rojava News: Endamê Desteya Siyasî di Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê de Fuad Elîko got; Kongirê Riyad yê dijbereya Sûriyê gelek  giringe,  ji ber karê  pevgihandina aliyên hevpeymaniyê pê hatiye spartin, û dibe ku ew bibe destpêka xêrê ji bo hevpeymaniya giştî, û dibê ku encamên wê pêvajoyeke nû ji karê hevpeymaniyê re çêke.

 

Enddamê Desteya Siyasî di Hevbendiyê de berdewam kir, eger karê kongir çû serî, wê hevdîtinên  Newyorkê  destpêbike,  mîna gaveke din di birêveçûna  operasyona siyasî de û ji bo amadekariyên Cinêv3 yê ku wê di bin çavdêriya netewên yekbûyî de wê bê meşandin, û  herweha hêvî kir ku encamên  kongira Riyadê  bibin destpêka şêwirên Niwyorkê ya ku  wê di nav girûpa dewletên Viyêna2 yê de pêk werin.

 

Derbarê hejmara  kesên di kongirê Riyad de beşdar in, Elîko got ku hejmar ber bi bilindbûnê de ye, hejmara pêşî 65  kes bûn, û dibe ku bigihê 100 kesî, di nav wan de Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî, kesên serbixwe, û pêkhatiyên din.

 

Hêja ye gotinê ku dema kongirê Riaydê ji 8 ta10 Çileyê Pêşîn/ Dîsember hatiye destnîşankirin.

11:28:16