Print this page

Çekdarên El Nûsra li derdora Efrînê rêbendan datînin

Rojava News: Çekdarên rêxistina terorîstî El Nusrayê  di navbera Kampa Atmê ya Koçberan li parêzgeha Îdlibê û gundê Dêr Belût ê Efrînê de rêbendeke kontrolê daniye.

Li gor zanyariyên welatiyên ji deverê hatine wergirtin  çekdarên El Nusrayê  di dirêjiya  300 metrî de li nêzî  nêzî gundê Dêr Belûtê rêbedek danîne û  deverê kontrol dikin.

Çekdarên El-Nusra di 30’yê tîrmeha 2015’an de êrîşî gundê Dêr Belût ya girêdayî bi  Efrînê kiribûn û li deverê şer û pevçûn derketibûn.