Rojava News: Li bajarê Dubey yê Îmaratê tabloyeke Mela Mistefa Barzanî, ku bi kirîstalê hatibû çêkirin, hat nîşandan. Bi wê tabloyê navê kurd ket pirtûka rekoran a Guinnessê.
Şeva borî li bajarê Dubeyê yê Îmaratê tabloyeke Mela Mistefa Barzanî hat nîşandan. Ew tablo bi 4 milyon û 500 hezar kirîstalên biçûk hatiye çêkirin, ji ber wê jî ew tablo ji aliyê pirtûka rekoran a Guinnessê ve hat tomarkirin.
Sponsortiya wê tabloyê ku 6 metran dirêj û 5 metran jî berîn e, ji aliyê neviyê Mela Mistefa, Sîrwan Barzanî ve hatiye kirin û jina bi navê Jîmen Mehmûd jî proj bicîh aniye.