Rojava News: Li peytaxta Erebistana Siûdiyê Riyazê îro kongreya ji bo çareserkirina krîza Sûriyê dest pê dike û şandek ji ENKSê ligel şanda Îtîlafa Dijbereya Sûriyê beşdar dibe.
Encumena Niştimanî ya kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje ku beşdarbûna wan di nava Îtîlafê de be jî, her girîng e, ji ber ku wê hinek encam ji vê kongreyê derkevin.
Lê Rêveberiya Xweser ji bo kongreyê nehatiye vexwendin û dibêje ti encam ji vê kongreyê dernakevin.
Ji ENKSê Ebdulhekîm Beşar Fûad Elîko û Mistefa Oso wê di kongreya Riyadê de amade dibin. Her wiha Ebdulbasid Seyda jî wek kesayetiyeke serbixwe beşdar dibe.
Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî di derbarê beşdarên kongreyê de got , wê ji dijbereya Sûriyê, 110 kesayetî û 16 grûpên çekdar û çend grûpên siyasî beşdarî kogreyê bibin.
10:04:47