Print this page

El Nusra û Ehrar El Şam hêzên xweyê li derdora Efrînê zêde dikin

Rojava News: Çekdarên rêxistinên  El-Nusra û Ehrar El-Şam hêzên xwe ji aliyê eniya rojhilat ve li derdora Efrînê bi cih dikin.

 

Li gorî agahiyên ku ji deverê hatine wergirtin El-Nusrayê  û Ehrar El-Şamê  hêza xwe li derdora gundê El-Ziyara,  Der Cemal, Tinîb, Keştar, û li devera kempa di navbera gundê Dêr Cemal û Keştear de bi cih kirine.

 

Welatî ji ber wê rewşê bi tirsin,  û dawa alîkariyê dikin.

 

Tê zanîn ew demeke Efrînê dibin dorpeça komên tundrewdeye, û ji gelek alîkariya jî bê parin.