Print this page

Li ser çiyayê Kurdan bombebarana esmanî berdewame

Rojava News: Balafirên Rûsya di bombebrankirina gund û bajarokên Çiyayê Kurdan de li bakurê Laziqiyê berdewam in.

 

Ew demeke her devera Çiyayê Kurdan bi dijwarî tê bombebarankirin û di bin êrişeke dijwar de ye.

 

Balafirên Rûsyayê çend carên din jî bi dijwarî binke û navendên çekdarên tundrew ên li herêma Çiyayê Kurdan dabûn ber bombeyan.

 

Piştî xistina balafira Rûsya ji aliyê Tirkiyê ve di 24ê Mijdar a borî de, operasyonên Rûsya û Sûriyê li ser sînorê Tirkiyê û bi taybet li herêma Çiyayê Kurdan zêdetir bûne.

Tê gotin rejima Sûriyê dixwazî deverê ji Kurdan valabike.