12:34:48 PM
Rojava News: Duh, demjimêr 6:30ê êvarî, sê teqînên li pey hev, li bajarê Til Temir ê rojavayê Kurdistan rûdan. Di encamê de gelek sivîl şehîd bûn û gelek ziyanênm madî çêbûn.
Teqîna yekemîn li nêzî nexweşxaneya bajêr, a duyem jî li kolana Filistîn û ya sêyem li dawiya kolana Filistîn, bi riya erbeyên bombebarkirî hatin.
Di encama her sê teqînan de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan û herwiha ziyanên madî zêde çêbûn û li gorî agahiyan, gelek birîndar nexweşxaneya bajarê Serêkaniyê hatin veguhestin.