Roava News: Hejmara kesên ku di teqînên bajarokê Til Temirê yê Rojavayê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan gihîşte 28an.
Roja 10ê vê mehê li bajarokê Til Temirê yê herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, sê otomobîlên bombekirî teqiyabûn ku di encamê de bi dehan kes şehîd û birîndar bibûn.
Li gorî amarên destpêkê 25 kes şehîd û 122 kes jî birîndar bibûn lêbelê piştî zelalbûna rewşa bûyerê hejmara şehîdan derketiye 28an û ya birîndaran jî daketiye 120an.
Li cihê buyerê cenazeyê kesekî din hatiye dîtin û her wiha 2 birîndarên bûyerê jî li nexweşxanê jiyana xwe ji dest dane.
Rewşa hin ji birîndaran jî hê dibin metirsiyêdeye.
10:22:37