Rojava News: Duh, hilkoptereke rêjîma Esed derbasî esmanê Efrînê bû, û piştî demekê dakete xwarê û li navendeke leşkerî li derodra Efrînê rawestiye.
Jêderên taybet ji Rojava News re eşkere kirin ku ew hilkopter ji aliyê gundê Nubil û Zehraa derket û li navendeke leşkerî ya bi ser YPGê ve li gundê Stêr dakete xwarê.
Li gorî agahiyan, di pêşwaziya wê hilkopterê de gelek serkirdeyên leşkerî yên YPGê hebû, û ew hilkopter derdora 25 xulekan li wê navendê ma .
Tê zanîn ku ev ne cara yekemîne ku hilkopterên rêjîma Esed li navendên leşkerî yên YPGê radwestin.
Nalîn Hesen
11:25:52