Print this page

Efrîn çekdarên PYDê gundê Kîmarê dorpêçkirin

Rojava News: Şeva yekşemê, çekdarên PYDê gundê Kîmarê yê bi ser navçeya Şêrawayê ve dorpêçkirin û 2 endamên PDKSê biçav kirn.

jêderekî ji Rojava News re ragihand ku çekdarên PYDê, welatiyên bi navê Cengîzxan Necar û Heyder Ebdo ku herdû jî endamên Partiya Demqrat a Kurdistana Sûriya ne biçav kirin.

Di dawiyê de vî jêderê berpirs daxwaz ji hemû rexistinên mirovatî û ENKSê kir ku hewl bidin da sitema PYDê ji ser mile welatiyên Kurdistan Sûriyayê rakin.

Hisên Şakir

11:08:59